Israîlê êrişî balafirgehên Şam û Helebê kir

Balafirên Israîlê êrişî balafirgeha Şam û Helebê kirin.
Ji ber êrişê her du balafirgeh ji xizmetê derketin.
Xelkê Siwêdayê jî di xwepêşandanên îro de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Israîlê êrişên xwe yên li dijî çekdarên Îranê û Hizbullahê ên di nava xaka Sûriyê de dewam dike.

Di seatên nîvro de balafirên şer yên Israîlê êrişî balafirgehên Navneteweyî a Şam û Helebê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Pergala parastina Esmanî ya Hikûmeta Şamê pêşî li êrişê negirt.

SANA: Ji ber êrişê balafirgeh ji ximzetê derketin

Ajansa SANA ya hikûmeta Şamê da zanîn ku ji ber êrişê her du balafirgeh ji ximzetê derketin.

Xwepêşandanên li siwêdayê di roja 54. De didome

Li aliyê din xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin.

Di roja 54’an de gelê Siwêdayê ji bo guherînê û li dijî hikmeta Şamê li qadan bû.

Di xwepêşandanan de bi pankartên bi zimanê kurdî piştîgiriya Rêveberiya Xweser hat kirin û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin.

Banga rewestandina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin

Her wiha hate gotin “Tiştê ku dewleta Tirk li bakurê Sûriyê dike ji komkujiyên Îsraîlê ên li Filistînê cuda nîn e”, “Bila êrişên dewleta Tirk bisekinin”.

Şêniyên Siwêdayê banga xweseriya Siwêdayê, Sûriyeke ne-navendî û pêkanîna biryara navneteweyî 2254 a ji bo çareseriya kirîza Sûriyê kirin.

Back to top button