Biryarên Desteya Hundirîn ji bo Cejna Remezanê

Bi boneya Cejna Remezanê, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek belav kir û têde hin biryar raghandin.

Desteyê, Cejna Remezanê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û ev biryar ragihandin:

1- Ji roja Çarşemê 19’ê Nîsan saat 6’ê êvarê heta roja Yekşemê 23 Nîsanê saat 6’ê êvarê, derbasbûna kamyon û sarîcên mezin bo bajar û bajarokan qedexe ye.

2- Hemû dergehên sînorî ji roja Pêncşemê 20’ê Nîsanê saat 6’ê êvarê heta roja Yekşemê 23 Nîsanê saat 6’ê êvarê li pêş tevgera bazirganiyê û çûn û hatinê, ji bilî rewşên mirovî, tên girtin.

3- Tevgera motorsiklîtên sivîl û leşkerî, ji roja Çarşemê 19’ê Nîsanê saat 6’ê sibehê heta roja Yekşemê 23’ê Nîsanê saat 6’ê êvarê qedexe ye.

Back to top button