Endamê YNK’ê Ceza Seyîd: Em ê rê nedin ku şerekî birakujiyê rû bide

Şêniyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerî û hewldanên wê yên derxistina şerekî Kurdî-Kurdî, nerazîbûn nîşan dan. Endamê YNK’ê Ceza Seyîd got ew ê rê nedin ji nû ve kurd hev bikujin. Li Şengalê jî Êzidiyan bang li Pêşmergeyan kir ku nekevin dafa dijminan.

Endamê Serkirdayetiya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Ceza Seyîd Mecîd der barê arandinên PDK’ê de, da zanîn ku, ew ê bi ti awayî rê nede ku şerekî birakujiyê rû bide.

Ceza Seyîd anî bang li hemû aliyên Kurdî kir ku, hewla aramkirina aloziyê bidin û divê pirsgirêk bi diyalogê were çareserkirin.

Nermîn Osman: Eger alozîya navbera PDK û PKK’ê çareser nebe, em ê ziyaneke mezin bibînin

Seroka Encumena Enstîtûya Nalî ya Lêkolînan Nermîn Osman jî da xuyakirin ku, ev demeke Tirkiyeya dagirker hewl dide ku li herêmê tevliheviyan derxe, ji ber vê yekê dihat pêşbînîkirin ku ev bûyer rû bidin.

Nermîn Osman got ku aloziya navbera PDK û PKK’ê de, eger çareser nebe, dê ziyaneke mezin bigihîne gelê Kurd, lewre divê ev alî li hev rûnin û rê li ber rijîna xwînê bigirin.

Nivîskarên Xaneqînê: Divê em bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rabin

Nivîskarên Xaneqînê jî ji aliyê xwe ve banga li aliyên Kurdî kir û got:

“Dem dema nîşandana helwestê ye. Divê em bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rabin û helwesteke cidî nîşan bidin.”

Ciwanên Şengalê: Divê pêşmerge neyên xefka dijminê hov

Bertek û nerazîbûn li dijî dagirkerî û arandinên rûdana şerê birakujiyê berdewam in.

Li Şengalê duh ciwanên Êzidî bi meşeke meşaleyî êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Ciwanan di nava meşê de bi daxuyaniyekê, bang li Pêşmergeyan kir ku nekevin xefka dijminê hov û berevajî wê, mil bi mil digel şerê dagirkeriyê bikin.

Ciwanan teqeziya piştgiriya gerîlayên azadiyê anî zimên û bang li hemû êzidiyan kir ku tev li cenga rûmetê bibin.

Back to top button