8’ê Adarê-Meclisa Jin ya PYD li Kobanê komxebatek li dar xist

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi çalakiyên rengîn tê pîrozkirin. Di çalakiyan de jinan diyar kirin ku ew ê heta azadiya hemû jinan li ber xwe bidin.

Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îsal 8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêşwazî kirin.

Îro li Eyn Îsa 8 Adarê bi meşekê hat pîrozkirin.

Meclisa jin ya PYD’ê jî di bin dûrişmeya “Jin jiyana azadî ber bi şoreşa jin ve, israra rêzgarkirina îdyolojiyan jinê isrararkirina rêzgarkirina civakê ye”, komxebatek li Kobanê li dar xist.

Di komxebatê de, derbarê kesayet, zehmetên ku jin dikşîne nêrîn û nîqaş hatin kirin.

Çend saniyan biherikîne…

8’ê Adarê – li deriyên Sêmalka û Welîd 100 şitlên daran hatin çandin

Platfroma Jina Ekolojîk a Rojava 15’ê Sibatê bi armanca parastina jîngehê hemleyek dabû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê li deriyên Sêmalka û Welîd 50 şitilên daran çandin.

Dê hemle heta 4’ê Nîsanê dewam bike.

8’ê Adarê – li Qamişlo û Çilaxa 140 dar hatin çandin

Li Qamişlo Meclisa Jinan a Edaleta Civakî, li Akademiya Mezopotamyayê 40 dar çandin.

Meclisa navçeya Çilaxa jî 100 şitilên daran li Daristana Azadî ya navçeyê çandin.

Li Qamişlo pêşengeha karê destan hate vekirin

Her weha, li bajarê Qamişlo Weqfa Jina Azad bi boneya 8’ê Adarê pêşengeheke karê destan vekir.

Li Şehbayê semînerên ji bo 8’ê Adarê didomin

Kongra Star a Efrîn û Şehbayê ji bo 8’ê Adarê ji 28’ê Sibatê ve dest bi dayîna semîneran kiriye.

Jinên Minbicê serdana goristana şehîdan kir

Jinên Minbicê jî bi nêzîkbûna 8 adarê serdana goristana şehîdan kirin.

Di merasîmê de Endamên meclisên Malbatên Şehîdan, jin, sivîl û leşkerî amade bûn.

Di merasîmê de kesên axivîn diyar kirin ew hewl bidin armancên şehîdan pêk bînin û destkeftiyên wan biparêzin.

Dawiyê, beşdaran gul danîn ser gorên şehîdan.

Back to top button