Li Awusturyayê li ser Şoreşa Rojava konferansek hat li lidarxistin

Li ser modela Rêveberîya Xweser û pêşketinên şoreşa Rojava li Awusturyayê Konferansek hat li dar xistin.

îro di seatên nîvro de, li peyîtexta Awusturyayê bajarê Viyana konferansek li ser şoreşa rojava hat li darxistin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, Nûnerê Rêveberîya Xweser a Rojava yê Ewrupayê, Ebdulkerim Omer û ji zaningeha Hewlêrê pispor û şîrovekar Thomas SCHMIDINGER beşdar bûn.

Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed jî, bi riya zoomê tevlî konferansê bû.

Di vê konferansê, şoreşa rojava û modela demokratîk hat gotubêj kirin.

Her weha li ser pêşxistina desteftiyên gelên sûrî û bandora modela şoreşa rojava di nav welatên Ewrupayê de nîqaş hatin kirin.

Back to top button