Ji bo xwedîderketina li zimanê dayîkê, li Amedê komxebatek hate lidarxistin. Di komxebata binavê “Dem dema parastina ziman e” de, banga xwedîderketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Komxebat bi hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) hate lidarxistin.
Di komxebatê de zext, qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Zimanê Kurdî û gavên li dijî van astengiyan hatin nirxandin.
Hevserokên MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan û Rifat di komxebatê de axivîn û teqez kirin ku ew ê dijî qedexekirina Kurdî û dijî polîtîkayên tunekirina ziman, têkoşînîna xwe dewam bikin û xwedî li zimanê Kurdî derkevin.
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî, ew wek partî xebatên xwe didomînin
Piştî axaftinan têkildarî êrişên li ser zimanê Kurdî û girîngiya zimanê Kurdî sînevîzyon hate nîşandan.