Şandeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêmên erdhejê xebat û serdanên xwe didomînin.
HDP ji bo mexdûrên erdhejê xebatek bênavber û seferberî dimeşîne.
Parlamenteran da zanîn ku di asta herî jor de hêrsek mezin a xelkê li dijî îktidarê heye û ji bo piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re banga xurtkirina alikariyan kir.
Serdanên şandeyên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo pêçandina birînên mexdûrên erdhejê û alikariya wan, dewam dikin.
HDP di serdanên xwe de gazînên xelkê û daxwazên wan guhdar dike û hewl dide ji wan re bibe bersiv.
Di vê çarçoveyê de şandeyek HDP’ê serdana navçeya islahiyê ya Dîlokê kir.
Şandeya HDP’ê li welatiyan guhdar kir û bal kişandin ser piştevaniya li hemberî pirsgirêkan.
Di dema serdanê de welatiyekî li dijî hikûmeta Tirk hêrsa xwe anî ziman û got:
“Şandeya AKP’ê nikare bikeve vê derê.”
Welatiyan daxwaza kon û sobeyan kirin.
Hevserokê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç ji bo piştevaniyê bang li gel kir û got:
“Heke her kes hinek hewl bide, mimkin e ku şertên wan bên başkirin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî bi hev re serdana mexdûrên erdhejê ên li Amedê kirin.
Pervîn Bûldan û Kemal Kiliçdaroglû bi hev re çûn serdana malbatên ku li ber avahiya Sozel a li semta Ofîsa Amedê ku 6 roj in li benda rizgarkirina xizmên xwe ne.
Beriya wê jî Pervîn Buldan li navçeya pazarcixa Mereşê bi mexdûrên erdhejê re hate gel hev û li wan guhdar kir.
çend saniyên destpêkê biherikîn
Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Hasan Ozguneş jî serdana navend û gundên Meletiyê kirin.
Parlamenteran diyar kirin ku ew serdana gelek gund û navçeyan dikin û gotin:
“Xaniyên xelkê hilweşiyane û ji sedî 90’ê malan xesarên giran dîtine û kes nikare bikeve malên xwe.”
Parlamenteran da zanîn ku di asta herî jor de nerazîbûn û hêrsek mezin a xelkê li dijî desthilatê heye.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de şandeyeke HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê.
Şandeya HDP’ê li depoyên alîkariyê banga piştevaniyê kirin û banga alîkariyê kirin.
Şandeya HDP’ê piştre jî li aşxaneyê li mexdûrên erdhejê xwarin belav kir û li ser kavilan lêkolîn kirin.



