Ji bo mexdûrên erdhejê gel bi rêxistan HDP’ê bê navber alîkarî tê komkirin û ji mexdûran re tê şandin.
Li Botanê yek ji şaredariyên ku qeyûm nehatiye tayinkirin Şaredariya Silopiya ye û ji her gund, tax, bajarok û navçeyan alîkariyên ku tên berhevkirin ji herêmên erdhejê re tên şandin.
Odeya Bijîşkan a Stenbolê, maseya krîzê ava kir û heta niha 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandine Semsûr û Hatayê.
Her wiha li Êlihê jî Deriyê Sînor ê Alîcan ku di navbera Tirkiyê û Ermenistanê de ye piştî 30 salan ji bo alîkarî ji mexdûrên erdhejê re bê şandin, hat vekirin.
Rêxistina HDP’ê û gel ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bê navber di nava seferberiyê de ne.
Şaredariya Silopiyayê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê hemû derfetên xwe seferber kiriye.
Ji hemû gund, tax, bajarok, navçe û navenda Şirnexê gel alîkariyê li şaredariyê kom dike.
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan derbarê alîkariya gel bi mexdurên erdhejê re axivî û got:
“Em weke Şaredariya Silopiya dixwazin di navbera gelê Botanê û bajarên ku erdhêj lê çêbûne de bibin pira alîkarî û piştevaniyê.”
Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin
Jinan û dayikên kurd jî dest bi çêkirina nan kirin û ji roja destpêkê ve nan dişînin cihên erdhejê.
Ji gundê Kal-burcu yê Semsûrê jî bi riya ajansa Mezopotamya bang kirin ku alîkarî ji bo gundên Bûlam û Çêlikan bê şandin..
ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê
Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) piştî erdhejê ji bo xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz, derman û piştevaniya lojîstikê, maseya krîzê ava kir.
9 kerevane û 2 kamyonên alavên tibbî ji Semsûr û Hatayê re hatin şandin û hezar û 600 xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin cihê erdhejê serlêdan kirin.
Deriyê Sînor ê Tirkiye-Ermenistan ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin
Li Îdirê jî deriyê Sînor ê Alîcan ku di navbera Ermenistan û Tirkiyê de ye, piştî 30 salan ji bo alîkarî bigihîje mexdûrên erdhejê hat vekirin.
Kamyonên alîkariyê vê sibehê di derî re derbas bûn û ber bi cihê erdhejê ve çûn..



