Rêxistinên Mafê Mirovan a Tirkiyê bertek nîşanî Rewşa Awarte ya Erdogan da

Rêxistinên Mafê Mirovan a navneteweyî bertek nîşanî biryara dewleta Tirk a Rewşa Awarte da û diyar kir ku ev biryar bandoreke neyînî li ser xebatên rizgarkirin û alîkariyên mirovî dike.

Rêxistinên Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyek bertek nîşan Rewşa Awarte ya ku ji aliyê hikumeta AKP’ê û MHP’ê ve hatiye ragihandin da.

Rêxistinan, bertekeke tund nîşanî Serokkomarê Tirk Tayyîb Erdogan dan ku erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo xwe weke firsend bi kar tîne û li 10 bajaran Rewşa Awarte ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku bi vê yekê re azadiya çapemeniyê jî hat astengkirin.

Her wiha xebatên rojnamevanên ku rexneyên wan ji bo mudaxeleya erdhejan hebûn jî hatin astengkirin û doz di derbarê wan de hat vekirin.

Rêxistinên mafên mirovan îşaret pê kirin ku biryara Rewşa Awarte bandoreke neyînî li xebatên rizgarkirinê û xebatên mirovî dike.

Back to top button