PDK rê nade alîkarî di deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bibe

Endamekî Kampanyaya Alîkariyê ya li Silêmaniyê diyar kir ku PDK rê nade ew di deriyê Sêmalka re alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê ên Rojavayê Kurdistanê bişînin.

Endamekî Kampanyaya Alîkariyê Twana Emîn da zanîn ku pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi alîkariyek lezgîn heye û wiha domand:

“Me gelek alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê kom kiriye, lê heya niha jî PDK’ê rê nedaye em wan alîkariyan di deriyê Sêmalka re bigihînin gelê Rojavayê Kurdistanê.”

Emîn destnîşankir ku axaftina PDK’ê eve: “Em rê nadin alîkarî di deriyê Sêmalka re bigihe Rojavayê Kurdistanê.”

Twana Emîn diyar kir ku heya niha 20 wesayîtên barhilgir ji bo mexdûran alîkariyek li benda derbasbûnê ne

Back to top button