Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga azadiya Rêber Apo kirin

Bi bi rasthatina salvegera 24’an ya komploya Navneteweyî a li dijî Rêber Ocelan, gelên herêmê di nav çalakiyan de ne.
Îro li Hesekê, Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi çalakiyan komplo hate şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Li herêmê gel bi çalakiyan hêrs û nerazîbûnên xwe li dijî komploya di şexsê Rêber Apo hate kirin, red dikin.

Li Hesekê, Reqa, Tebaq û Dêrazorê li dijî komplo çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin xwendin.

Heta diyar kirin ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê hemû pîvanên navneteweyî binpêdike û ti helwes ji aliyê cîhanê ve nayê kirin û wiha hate gotin:

Divê civata navneteweyî û Rêxistinên mirovî û Hiqûqî dev ji bêdengiya xwe berden û tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bikin.

Dawiyê hat gotin ewê li herêmên berxwedan û çalakiyan dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocelan misoger bikin.

Back to top button