Insîtîyatifa Ereb ya ‘ji Ocalan Re Azadî’ wê li ser mijara tecrîdê li hev bicivin.
Siyasetmedar û analistê Misrî û Endamê însîyatîfa Ereb ya ji ‘Ocalan re Azadî’ Îlhamî El-Milêcî
bêdengiya li hember tecrîda ku li îmraliyê pêk tê şermezar kir û ev tişt anî ziman:
”sedema ku CPT li hember tecrîda li îmraliyê bêdeng dimîne rewşeke guman e û divê malbatên girtîyan hevdîtinan bikin, ji ber ev maf û heqê wan e.”
El-Milêcî, diyar kir ku divê rêxistinên mafê mirovan zextekî li dewleta Tirk bikin ku malbatên girtiyan bikaribin serdan û hevdîtinan bikin.
Wê rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarên Ereb bi rêya bernama zoomê werin cem hev û ev însniyatif wê civîna xwe ya diyalogê pêk bîne.
Tê payîn ku di civînê de mijara bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah ocalan bê gotûbêj kirin.