Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û çeperek jî hate rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
Li gorî vê yekê.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
15’ê Kanûnê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, li dijî dagirkerên li dora gundê Sîda û herêma Çemçoyê gelek çalakî hatin lidarxistin.
Di encama çalakiyên gerîlayan de 3 dagirker hatin kuştin.
Her wiha sîstemeke kamera ya mobesse jî hate rûxandin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
15’ê Kanûnê li Girê Şehîd Şahan, tîmên gerîla yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.
Di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate kuştin, çeperek jî hate rûxandin.
HPG: Artêşa Tirk 18 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir
Derbarê êrişên dagirkeriyê jî HPG’ê got:
Artêşa Tirk a dagirker 18 caran bi çekên kîmyewî û bi qedexe
4 caran bi balafiran, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran herêm bombardûman kir.
https://anfkurdi.com/kurdistan/hpg-4-dagirker-hatin-cezakirin-ceperek-hate-imhakirin-164344



