Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 92 roj in didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 3 meh li peyî xwe hişt û derbasî meha çaran bû.
Tevî gefên dewleta Îranê, Îro careke din gel bi daxwaza azadiyê herikîn qadan.
Li aliyê din li girtîgehan jî zextên dewletê dewam dikin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê îro di roja 92’an de jî dewam kir.

Di disetpêka meha 4 de, car din xwepêşandanên gel yên bi daxwazên azadiyê, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hatin.

Hêzên dewleta Îranê jî mîna her carê ji bo tipisandina serhildanê serî li hemû rêyan dide.

Gel bi çalakiyan darvekirina xwepêşandêran şermezar kirin

Li Zahidanê bi hezaran welatiyên Belûçî careke din daketin qadan û dirûşmeyên li dijî dewletê berzkirin.

Bi heman rengî û heman daxwazê li bajarê Raskê jî gel li qadan bûn.

Welatiyan di çalakiyan de, girtin û darvekirina xwepêşandêran şermezar kirin û banga azadiya wan kirin.

Gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadanin

Duh li bajarê Abadan ya parêzgeha Îlamê, serbestberdana jina ciwan ya bi navê Sonya Şerîfî piştî girtina 2 mehan, bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin.

Li bajarê Şabadî ya parêzgeha Kirmaşanê merasîma çileya Elîreza Kerîm ku di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, pêk hat.

Dewleta Îranê rê nade malbatan ku girtiyên xwe bibînin 

Li aliyê din, li parêzgeha Urmiyeyê hêzên dewletê rê nadin malbatên 6 xwepêşanderên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, zarokên xwe bibînin.

Dayîka girtiyê bi navê Êlham Efkarî ji bo serbest-berdana keça xwe li ber deriyê gitîgehê 9 roje ketiye gireva birçîbûnê.

Ji girtiyê bi navê Serko Mihemedzade agahî nayê girtin

Her wiha Çarenûsa werzîşvanê bi navê Serko Mihemedzade yê ku li dijî qetilkirina xwepêşanderan nerazîbûn nîşan dabû û ji aliyê hêzên Îranê ve bi guleyê hate birîndarkirin û binçavkirin hîna ne-diyare.

Back to top button