KCK’ê: Em cejna Noelê li hemû gelên Xiristiyan pîroz dikin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi boneya cejna Xiristiyanan daxuyaniyek weşand û got:
”Em hêvîdarin ku cejna Noelê û sala nû ya mîladî bibe wesîle jiyaneke, demokratîk û azad ji mirovahiyê re.”
Konseya Rêveber a KNK’ê jî peyamek da û wiha got:
”Em Noela hemû Mesîhiyên cîhanê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dikin.”

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi boneya cejna Xiristiyanan daxuyaniyek nivîskî weşand..

Komîteyê di destpêkê de cejna Noelê li gelên Xiristiyan ên Kurdistanî û tevahiya alema Xiristiyan pîroz kir û got:

Piştî çend rojên piştî cejna Noelê cîhana me wê derbasî saleke nû ya mîladê bibe.

Bi vê boneyê em sala nû ya mîladê di serî de li Kurdistaniyan û li hemû mirovahiyê pîroz dikin.

”Em hêvîdarin ku sala nû dê aştî, edalet û wekheviyê bîne”

Em hêvî dikin ku sala nû ji gelan hemûyan re aştî, edalet û wekheviyê bîne.”

Komîteyê balkişand ser êrişên dagirkeriyê û wiha anî ziman:

Di sala 2022’an de li dijî gelê Kurd wijdan, exlaq û hiqûq careke din hate tunekirin.

Di rewşeke bi vî rengî de pîrozkirian cejnan, bîranîna pîrozmendiyên civakî wê bêhtir bi wate be.

Em hêvîdarin ku cejna Noelê û sala nû ya mîladî bibe wesîle ji jiyaneke ekolojîk, demokratîk û azad a mirovahiyê re.”

KNK”ê bi boneya cejna Noelê peyamek weşand

Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi boneya cejna Noelê ya civaka Xiristiyan peyamek weşand.

”Em cejna Noelê li Mesîhiyan bi hezkirin pîroz dikin”

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Roja bûyîna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhiyê de rojeke pîroz e.

Bi vê armancê 25’ê Kanûnê weke roja bûyîna Îsa Mesîh tê pîroz kirin.

Li Kurdistanê nifûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene.

KNK’ê diyar kir ku cejna Noelê nîzingê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejna sereke ya welatê me û got:

”Em di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên cîhanê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dikin.”

Back to top button