Dewleta Tirk careke din gundên Şêrawa , Til Temir ,Kobanê, Eyn Îsa, û Tirbespiyê bi dijwarî topbaran kir.
Dewleta Tirk vê sibehê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir .
Her wiha duh êvarî bi çekên giran gundê Til El Leben û Gozeliyê ê Til Temirê topbaran kir.
Artêşa Tirk gundê Seyda û Kampa Eyn Îsayê yên Eyn Îsayê jî da ber topan..
Heman dagirkerî gundên Qeremox û Cîşan ,Ziyaretê û Çelixlo ên Kobanê jî bi çekên giran topbaran kir.
Dewleta Tirk bi droneke li xaçerêya gundê Tewîl ê navçeya Tirbespiyê da.
Beriya wê jî gundê Gir Siwar ê Tirbespiyê bû hedefa êrişan.
Di encamê de ziyan gihişt mezreyekê û gelek sewal telef bûn.