Ji ber hezîna axê li Myanmarê 166 kes mirin

Li Myanmarê ji ber hezîna axê ya li kanên kevirên kesk ê bi qîmet, bi kêmanî 166 kes mirin.

Tîmên Arkujiyê ragihandin ku di rewşa heyî de 166 cenaze dîtine û 54 birîndar jî rakirine nexweşxaneyên li herêmê.

Li gorî bîlançoya berî niha 113 kes miribûn.

Xebatên lêgerînê dewam dike, lê barana li herêmê xebatên lêgerînê zehmetir dike.

Piraniya kesên mirine karkerên ji pêkhateya Arakan in.

Partiya Netewî ya Arakan ji malbatan re sersaxî xwest.

Hezîn 2’yê Tîrmehê li nêzî sînorê Çînê pêk hatibû.

Ji ber barana dijwar kevir heziyan û ketin çem, karker jî man dibin herî û lêhiyê de.

Her sal bi dehan karkerên madenan ji ber lêgerîna kevirên bi qîmet bi taybet ji ber baranên mosonê û şertên zemet ên kar dimirin.

Back to top button