Serê Kaniyê..Di navbera çeteyan de şer derket, jineke sivîl şehîd bû

Li Serê Kaniyê ya dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket, di encamê de jinek şehîd bû.

Çavkaniyên ji Serê Kaniyê diyar kirin ku li taxa El-Meheta ya Serê Kaniya dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan destpêkê bi çekên sivik bi hev ketine lê paşê dengê çekên giran û topavêj hatin bihîstin.

Di encama topbaranê de jinek şehîd bû.

Her wiha birîndarên her du komên çeteyan jî çêbûn.

Sedema şerê di navbera çeteyan de nehat zanîn.

Back to top button