Fedrasyona Elewiyan a Demokratîk: Vexwendina dîktaror ji bo cenevreyê ne ya qebûlkiriinê ye

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li ber vexwendina Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan a ji bo Cenevreyê rabû û ji bo çalakiya şermezarkirinê ya 17’ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk FEDA’yê daxuyaniyek weşand û vexwendina Serokkomarê Tirk ji bo 1’emîn Forûma Penaberan a Global şermezar kir.

Federasyonê dagirkeriya li Rojava hatin bibîrxistin û wiha hate gotin:

Çeteyên xwînrij ên Erdogan rojane li Rojava bi çekên kîmyewî û yên qedexekirî êrişî mirovan dikin.

Ji ber van êrişan bi dehan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran mirov ji warê xwe koçber bûn.

Federasyonê ragihand ku tevlîbûna kesekî bi vî rengî li Civata Giştî ya NY nîşaneya komkujî û êrişeke nû ye.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk bang li her kesî kir, bi taybetî li Elewiyan ku di 17’ê Kanûnê saet 11’an de li herêma Place des Natîons a li Cenevreyê beşdarî çalakiya li dijî dîktator Erdogan bibin.

Leave a Reply

Back to top button