Dewleta Tirk balefirên xwe yên bê mirov li Bakurê Qibrisê bicih dike

Piştî Lîbya, dewleta tirk a dagirker vê carê jî li Komara Tirkiye ya bakurê Qibrisê di nava planên nû de ye.
Dewleta tirk, ji bo karên xwe yên taybet wê balefirgeha vî welatî bikar bîne.

Serokomarê dewleta tirk a dagirker di demên dawiyê de ji bo li herêmên şer û alozî lê heyî ji xwere fersedan bi dest bixe di nava hewildanên xeternek de ye.

Balefira bêmirov ya li fermandariya deryayî ya Dalaman ê ya dewleta tirk îro gihişt balefirxaneya Geçitkale ya Komara Tirkiye ya Bakurê Qibrisê.

Bi taybet ev biryar piştî ku peymana dewleta tirk a bi Lîbyayê re derket.

Dewleta tirk roja Înê ji komîteya wezîran a komara Tirkiye ya Bakurê Qibrisê xwestibû ku ji bo karên taybet ew balefirgeha Geçitkale yê bikar bînin.

Li ser daxwaza tirkiyê hikumeta vî welatî bi lez û bez biryara dewleta tirk erê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button