Li parêzgeha Enbar a Iraqê di goreke komî de 643 term hatin dîtin

Li parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê, goreke komî hat dîtin.
Di gorê de hestiyên bi sedan kesî hene.

Dezgeha Şehîdan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Feyaz ê navçeya Felûce di dema kolandina kenaleke avê bo zeviyên çandiniyê de, goreke komî hat dîtin.

Dezgeha Şehîdan a Iraqê diyar kir ku dîroka gora komî vegdigere sala 2016’an û termê 643 kesan tê de ne.

Tê gumankirin qurbaniyên wê gorê ji eşîra Mihamîd bin û ji aliyê Çeteyên DAIŞê ve hatibin kuştin.

Hew weha li ser piraniya terman cilûbergên sivîlan hebûn ku di nava wan de zarok jî hene.

Çeteyên DAIŞ’ê di havîna sala 2014an de Mûsil û gelek bajarên din ên Iraqê dagir kiribû û bi sedan sivîl kuştibûn.

Leave a Reply

Back to top button