Şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê Lîwa El-Şemal a Demokratîk Samir El-Mearûf ê ji Humsê ye, li goristana şehîdan a gundê Hikumiye oxir kir.
Şêniyên Reqa, hêzên leşkerî û gelek sazî û rêxistinên bajêr tevli merasîma oxirkirinê bûn.
Di merasîmê de, ji fermandarên QSD’ê Mehmûd Hebîb axivî û got:
“Em îro kurê Humsê oxir dikin ku tevli QSD’ê bû da ku rûmeta welatê xwe biparêze.
Soz didin şehîd Samir û tevahî şehîdan ku rêya wan dewam bikin.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xidir Remadan jî got:
“Şehîdên me yên QSD’ê keleha berxwedanê ne. Jêdera rûmet û serfiraziyê ne. Ji bo nifşên bê, qendîlên ronahiyê ne.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Dawiyê, girseyê cenazeyê şehîd li goristanê veşart.