Mala Êzidî ya Hesekê qurbaniyên komkujiya Şengalê bi bîr anîn.
Çalakî li Mala Êzidî ya li gundê Berzan ê Hesekê li dar ket.
Di çalakiyê de, hevserokê Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Silêman Hemo axivî û got:
“Zêdetirî 12 hezar pêşmerge li Şengalê bûn. Lê li ber xwe nedan û Şengala neparastin.
Şengal beşeke Kurdistanê na-bînin.
“YPJ û YPG’ê û HPG’ê Şengal ji terora DAIŞ’ê rizgar kir.
Bi saya wan Şengal di nav ewlehiyê de ye. Em dê piştgiriya hêzên xwe û rêveberiya xwe ya xweser bin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa komkujiya li dijî civata êzidî ya li Şengalê, şermezar kir û got:
Gelek ferman li dijî pêkhateya aştiyane pêk hatin da ku wî ji nasname û ola wî dûr bixin.
Rîma behsa xiyaneta malbata Barzanî ya bi serê pêkhateya êzidî, kiriye kir û got:
“Heke hûn nikarin parastina Şengalê bikin, hûn li ser axa wê çêdikin?