Çareseriya hemû kirîzan Abdullah Ocalan e

Li bakurê kurdistan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 27’an de didome:Her wiha nobeta edaletê ya piştgiriya berxwedana zindanan jî li 5 bajarên tirkiyê û bakurê kurdistanê berdewam dike. Mele, dayîk û kesayên têkoşîna mafê mirovan dikin diyarkirin ku heta daxwazên girtiyan pêk neyê, ew ê li dijî zilm û tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di roja 27’an de ye.

Li aliyê din malbatên girtiyan jî bi çalakiyên “Nobeda Edaletê” hewl didin dengê girtiyan bidin bihîstin.

Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Bekîr Sitkî Keçecî têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan axivî.

Bekîr Sitkî Keçecî: Pêşî divê tecrîd rabe

Keçecî diyar kir ku girtîgehên ku polîtîkayên tecrîdê lê tên meşandin veguherîne “cihê îşkenceyê”

Li hemberî girtiyên siyasî “qanûna dijminatiyê” tê sepandin.

Ger tecrîd bi dawî bibe, dê şert û mercên jiyana girtiyan baştir bibe.

Em di serdemeke wiha de ne ku ne kêmî 12’ê Îlonê ye.
Girtiyên di greva birçîbûnê de her tim bi xetereyê re rû bi rû ne.
Ger girtiyan bedena xwe birçî hiştibe, ev tê wê wateyê tu çareyeke wan a din nemaye.
Divê piştevaniya girtiyan bikin. Wekî din tu rêyeke din tune ye.”

Melê yûsûf Înal: Em bi hev re dikarin tecrîdê bişikînin

Ji alimên olî yên ku piştgirî dane Pêngavê Mele Yûsûf Înal, tecrîda li Îmraliyê û polîtîkayên çewisandinê yên li ser kurdan nirxand û got:

“Mirovên aqilmend û xwedî wijdan tecrîdê qebûl nakin.
Dema ku neheqî li Rêberê Abdullah Ocalan bê kirin, wê li tevahî gelê kurd jî bê kirin.
Bi awayekî bêexlaqî nêzî kurdan dibin. Ne exlaq û ne jî Xwedê nas dikin.

Divê gelê kurd yekîtiya xwe xurt bike.
Em tenê bi yekbûn û parastina girtîgehan dikarin vê tecrîdê bi dawî bikin.”

Feleknaz Karabaş: Heya xeber ji Abdullah Ocalan neyê girtin emê li vir bin

Xizmên girtiyan ên beşdarî Nobeda Edaletê ya Stenbolê bûn bal kişandin ser armanca çalakiya xwe û gotin: Emê tecrîtê bi dawî bikin.”

Çalakgera Nobeta Edaletê Feleknaz Karabaş axivî û got:

“Heta ku xeber ji birêz Ocalan neyê girtin em ê li vir bin.
Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin.
Ger em li hemberî vê rewşê bêdeng bin, çareserî çênabe
Heta ku birêz Ocalan azad bibe em ê li vir bin..”

Fatma Yilmaz: Pisgirêka Kurd bê Abdullah Ocalan çareser nabe

Fatma Yilmaz ku çalagera Nobeta Edaletê de ye jî wiha got:

“Kurd di bin zilmeke mezin de ne. Çalakiya greva birçîbûnê ji ber zilma li ser birêz Ocalan û kurdan pêk tê.
3 sal in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe.”

Girtiyên siyasî yên li Izmîrê peyama xurtkirina têkoşînê dan

Back to top button