Girtiyên siyasî yên li Izmîrê peyama xurtkirina têkoşînê dan

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Izmîrê peyama xurtkirina tekoşînê dan û gotin:“Ji bo azadî û hebûna Rêber Apo em amade ne her cûre çalakiyan bikin.”
Girtiyên ku 26 roj in di grêva birçîbûnê de ne, banga piştgirî û mezinkirina çalakiyan kirin.

“Heta ku Birêz Ocalan azad nebe her cûre çalakî rewa ye.”

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Izmîrê bi vê peyamê biryardariya xwe careke din nîşan dan.

Çalakiya grêvên birçîbûnê ku li 106 girtihên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kir 26 roj in dewam dike.

Yek ji wan girtîgehên ku girtiyên PKK û PAJK’ê di çalakiyê de ne Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê ye.

Girtiyên siyasî bi rêya parêzerên xwe peyameke ji raya giştî re şandin.

Beriya her tiştî girtiyan hemû welatparêz, demokrat û parêzvanên mafê mirovan silav kirin û wiha gotin:

Weke 32 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê, bi coş û moraleke mezin em tevlî pêngava ‘Azadî ji Birêz Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bûn. Bi biryardariyeke mezin em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dikin.

Girtiyan da zanîn Rêber Apo ji bo wan di ser her tiştî re ye û her kes baş zane ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

“Heta ku birêz Ocalan azad nebe her cûre çalakî rewa ye”

Girtiyên PKK û PAJK’ê diyar kirin ji bo azadî û hebûna Rêber Apo ew amade ne ku her cûre çalakiyan bikin û ev tişt anî ziman:

“Em ji rayedarên dewletê û hevkarên wan ên li cîhanê re dibêjin; heta Birêz Ocalan azad nebe her cûre çalakî ji bo me rewa ye. Û em amadene bi her awayî fedakariyê bikin. Em zanin dilê malbatên me û gelê me bi me re ye û ji dil û can piştgiriyê didin çalakiya me.”

Banga mezinkirina çalakiyan li gel hate kirin

Dawiyê Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê banga mezinkirina çalakiyan li gel kirin û gotin,

“Bi piştgirî û çalakiyên cihêreng em azadiya Birêz Ocalan û Kurdistanê hîn nêz bikin.”

“Girtiyên siyasî azadî û çareseriyê dixwazin”

Back to top button