Li Xezayê aştîxwaz li Rojava qirker û dagirker

Dewleta Tirk a dagirker ku li ber êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê radibe, bi xwe li pêş çavê cîhanê vê yekê li hember gelê Kurd pêk tîne.
Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin.
Ev yek bi dîmen hatine belgekirin.
Careke din Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îdia kir ku di êrişên wan de heta niha ti kesên sivîl nehatine kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker a qaşo li ber êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê radibe, bi xwe heman tiştî bi serê gelê Kurd de tîne.

Li dijî êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê derdikeve, lê bajarên Kurdan û xaka dewleteke din dagir dike.

Ji 2018’an ve bi dagirkirina Efrînê heta niha di encama êrişên dewlteta Tirk de bi sedan jin, zarok, kal û pîr hatine kuştin û birîndar bûne.

Dewleta Tirk û serokê wê yê faşîst Erdogan bi destpêkirina êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê re gelek caran got,

“Birîna elektrîkê, avê, têkbirina binesaziyê, hilweşandina mizgevtan, dêran, dibistanan, avahiyên sivîlan sûcê şer e.”

Lê heman tişt li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn.

“Binesaziyên ser erd û bin erd hedefa êrişên me ne”

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan got,

“Li Sûriyê û Bakurê Iraqê binesaziyên enerjiyê ên ser erdê û bin erdê hedefa êrişên me ne” û 5’ê Cotmehê pêleke nû ya êrişan dane destpêkirin.

Di van êrişan de bi dehan kesên sivîl hatin kutşin û birîndar bûn.

Dîsa bi dehan saziyên xizmetguzarî û heta nexweşxane hatin bombebarankirin.

Kuştina sivîlan li Xeza û Rojava ji hev cuda ne

Heman Hakan Fîdan dîsa careke din got, ew ê êrişên xwe yên li ser bakur û roj hilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bidomînin.

Fîdan li Meclisê bersiv da pirsên parlementerên DEM Partî û îdida kir ku êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê û şerê li Xezayê ne weke hev in û wiha got,

“Di êrişên me de heta niha ti sivîl nehatine kuştin”

“Em bi salane li dijî gefa çekdarî ya li derveyî sînorên xwe têdikoşin. Lê em tu carî destûrê nadin ku sivîl werin kuştin.

Bi salane di tevgerên me yên li derveyî sînor de ti windahiyên sivîl pêk nehatin.”

Tenê di êrişa 5’ê Cotmeha 2023’an ya li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jin û zarok jî di navê de nêzî 50 kes hatin kuştin.

Back to top button