Artêşa Tirk li gundê Guherz yê Amêdiyê mala sivîlan topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker wesayîta xelkê gundê Guherz a bajaroka Amêdiyê topbaran kir.
Di encama êrişê de ziyan gihîşte mal û milkên welatiyen.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê bidest ketine, di saetên nîvro de artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Guherz a ser bi Amêdiyê topbaran kir.

Di encama êrişê de ziyan gîhîştiye mal û rezên welatiyan.

Li gor dîmenek ku li ser medya dijîtal hatiye parvekirin, parçeyên teqemeniyên ku dewleta Tirk bikaranîne li nava gund ketine û ziyan gihandine xanî û baxçeyên welatiyan.

Back to top button