Di Nobedên Edaletê de berxwedana girtiyan hate silavkirin

Ji bo Nobedên Edaletê ku li 5 bajaran pêk tên, serdanên girseyî dewam dikin.
Di çalakiyê de berxwedana girtiyan hate silavkirin û tecrîd hate şermezarkirin.
Çalakvanan gotin: Kengî pirsgirêka Kurd çareser bibe û Rêber Apo azad bibe wê hingî demokrasî û aştî pêk were.

Ji bo xwedîderketina li pengava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ Nobedên Edaletê dewam dikin.

Li Mêrsînê Dayikên Aştiyê û rêveberên Rêxistina bajer ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan DEM Partî tevlî çalakiya nobedê bûn.

Di nobetê de hate diyarkirin zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne û hate gotin:

“Ti ji girtiyên siyasî wê paşve gavê neavêje, berxwedana dayikan jî wê li vir dewam bike.”

Çalakiya li bajarê Edeneyê jî her roj bi tevlîbûnên nû mezin dibe.

Îro jî gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl serdana çalakiyê kirin.

Dayika Aştiyê Refîka Akin anî ziman tevî Rêber Apo ew jî tecrîdkirî ne û destnîşan kir ku yekane daxwaza wan azadiya fîzîkî ya wî û hatina aştiyê ya ji bo vî welatî ye.

Nobeda Edaletê ya li Wanê jî di roja 16’an de ye.

Endamên Rêveberiya Bajar yên DEM Partiyê, û rêveberên navçeyan serdana çalakiyê kirin.

Hevşaredarê bajarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm li cihê wî hatî erkdarkirin got,

“Tecrîd astengiyek li pêşiya aştî û demokrasiyê ye.

Kengî pirsgirêka Kurd çareser bibe û birêz Ocalan azad bibe wê hingî demokrasî û aştî pêk were.”

Li Amedê jî Nobeta bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re tê meşandin di roja 17’an de ye.

Ji beşdarên çalakiyê Meryem Tûran xwest ku tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û ew naxwazin mirov li girtîgehan bimirin.

Nobedên Edaletê: Heta ku tecrîd dişikê, wê nobet bidome

Back to top button