4 rojnamevanên girtî bi kiryarên xirab re rû bi rû ne

Rojnamevanên ji ber nûçeyên teror û wehşeta dewleta Tirk yên li dijî Kurdan çêkirine hatine girtin di nava şertên dermirovî de ne.

Hikûmeta AKP’ê ya faşîst li dijî Kurdan û muxalifan çi rê û rêbazên xirab hene bikartîne. Rojnamevanên ku rastiyan ji civakê re radigihînin jî sûcdar tên dîtin û berdêla wê giran didin.

Di 11’ê Îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê du welatiyên Kurd Osman Şîban û Servet Tûrgût ji aliyê leşkerên Tirk yên dagirker de hatin girtin û ew ji helîkopterê avêtin. Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da û Osman Şîban jî hê derman dibe.

Rojnamevanên ku nûçeya vê wehşetê çêkirin û ji cîhanê re ragihandin ji aliyê dewleta Tirk de hatin girtin û niha di zîndanê di nava şertên xirab de tên girtin.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala bi hêceta nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê çêkirine, 6’ê Cotmehê hatibûn binçavkirin di 9’ê Cotmehê de jî hatin girtin. Rojnamevan li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên ragirtin.

Parêzerên rojnamevanan diyar kirin, Şehrîban Abî û Nazan Sala li qawîşek ku li korîdora girtiyên edlî yên zilam dimînin, bicih kirine.

Rojnamevanan bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku qawîş di nava gemarê de ye û her dever qirêj e û roja înê û şemiyê xwarin nedane wan. Parêzeran got li ser israra rojnamevanan xwarin dane wan û her wiha kelûpelên paqijiyê û nivîn nedane wan.

Nazan Sala a ku ji lingê xwe emeliyat bûye û platîn di lingê wê de ye jî kiryarên xirab ya girtîgehê li ser wê bandor kiriye û hat ragihandin ku platînê di lingê wê de xetereyê li ser wê dike.

Back to top button