Misirê, Tirkiye û Îran bi binpêkirinan tawanbar kirin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û Îranê li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê, ji welatên ereban nerazîbûn zêde dibin.

Wezaretên Karên Derve yên Misir û Kiwêtê, ev êrîş bi tûndî şermezar kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Misrê yê Berê Emir Mûsa jî, diyar kir ku Tirkiyê xeteriya herî mezin li ser ereban e.

Her wiha Fransa jî raghand ku sûcên hatine kirin, wê bê bersiv nemînin.

 

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de, êrîş birin ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Li dijî van êrîşan û binpêkirina xaka Iraqê, nerazîbûn dewam dikin.

Wezareta Karên Derve ya Misirê destwerdanên leşkerî yên Tirkiye û Îranê li xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê, bi tundî şermezar kir.

Wezaretê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev kirinên dijminane, dewama rêze-binpêkirinên li Iraqê ne û li dijî hemû qanûnên navneteweyî yên rêzgirtina ji dewletên cîran re ne.

Wezaretê, destwerdanên ku xweseriya çi dewletekî Ereb binpê dike, red kir û destnîşan kir ku ev destwerdan tevliheviya li herêmê kûrtir dike û banga rêzgirtina ji axa Iraqê re kir.

Misir: Tikriye xeteriya herî mezin li ser Ereban e

Wezîrê Karên Derve yê Misirê yê berê Emir Mûsa jî li ser heman êrîşên Tirkiyê û destewerdana wê ya li Sûriyê û Lîbyayê jî, ji kanala Sky News’ê re axivî.

Mûsa destnîşan kir ku ew êrîşa Tirkiyê ya dawî dikare li gelek deveran pêk were û ji ber wê yekê ji herem di rewşeke xeternak de ye.

Wezîr diyar kir ku ji bo cîhana Ereb Tirkiye ji Îranê xeternaktir e.

Mûsa da xuyakirin ku ji ber welatên ereban parçe ne û ne xwedî helwest in, rewşa heyî ji bo wan rewşa herî xeternak e.

Kiwêt: Tirkiye serweriya Iraqê û qanûnên navnetewî binpê dike

Her wiha Wezareta Derve ya Kiwêtê jî li ser heman êrîşan, daxuyaniyek da.

Kiwêtê êrîşên deweleta Tirk û Îranê li ser bakurê Iraqê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşan, serweriya Iraqê û hemû qanûnên navnetewî binpê dike.

Fransa: Em bersiva sûcên Tirkiyê nîqaş dikin

Li aliyê navnetewî jî bertekên li dijî Tirkiyê zêde dibin.

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê diyar kir ku Parîs şêweyê bersivdayîna sûcên Tirkiyê yên dawîn nîqaş dike û têkildarî rûbirûbûna xetereyên stratejîk ên li dijî Ewropayê, bi hevkarên xwe yên Ewropayê re di nava danustandinan de ne.

Tora El-Erebiye diyar kir ku Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê bi tundî gotiye ku sûcên pêk hatine, wê bê bersiv nemînin.

Back to top button