Konseya Ewlehiyê pêşniyara vekirina deriyê Til Koçerê dinirxîne

Konseya Ewlekariyê ya navdewletî, pêşniyara vekirina deriyê sînor ê Til Koçer heya 6 mehan ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî dinirxîne.

Ji bo alîkarî bigihêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Almanya û Balçîka pêşniyara vekirina deriyê Til Koçberê ji Konseya Ewlekariyê ya “NY” kiribû.

Çileya borî, Konseyê destûr heya 10’ê Tîrmehê da, ku alîkarî bi rêya du deriyên sînor ên li jêr dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, derbasî Sûriyê bibin, lê deriyên sînor ên bi Iraq û Urdinê re paşguh kirin.

Back to top button