Konferensa 1. a Meclisa Jin di Kongira Islama Demokratîk de hat li darxistin

Îro li bajarê Qamişlo yekem konferensa mecilasa jin di kongira islama demokratîk de li bakur û rojhilatî hat li darxistin. Di konferensê de tekezî li ser rêxistinbûyna jinan di nava isama demokratîk de hate kirin û soza bilindkirina tekoşînê nû kirin.

Di bin dirûşma ′Bi hêz û baweriya îslama demokratîk em ê civaka exlaqî û polîtîk vejîn bikin′ konferensa yekemîn a meclisa jin di kongira islama demokratîk de li zaningeha rojava a bajarê Qamişlo hat li darxistin.

Konferens bi amadebûna 300 delegeyî li ser asta herêma Bakur û Rojhilatî Sûrî pêk hat.

Di konferens de hemû sazî, rêxistinên jinan, asayîş, saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Konferens bi deqek rêzgirtin destpê kir.

Paşê li ser navê hevseroka islama demokrat axaftina hat kirin û konferensa yekem li hemû jinan pîroz kir.

Di konferensê de kongira star, kombûna jinên zenûbya û rêveberiya xweser axaftina hatin kirin, konferens pîroz kirin û hêviya serkeftin û pêşxistinê ji wan re xwestin.

Peyama Komîteya Gel û Baweriyan û rapora meclisa jin di konferensê giştî de hat xwendin,..

her wiha senevizyon di derbarê kar û xebat jin de hat nîşandin

li gorî komîteya amadekar dê konferens bi encamên baş û giring ji bo pêşxistina kar û xebatê jinan bi dawî bibe.

ev konferens heta amadekirinê vê nûçeyê dewam dike..

Back to top button