Li Humsê dronekê êrişî şahiya pîrozbahiya derçûna efserên hikûmeta Şamê kir.
Di nava 24 seatên dawî de li herêma bêçek di topbarana hêzên hikûmeta Şamê de 14 sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama êrişa li Humsê de 7 efserên hikumeta Şamê hatin kuştin û 20 jî birîndar in.
Tê gotin ku wezîrê parastinê ya hikûmeta Şamê Elî Ebas di êrişê de birîndar bûye.
Li herêma Bêçek di topbarana hêzên hikûmeta Şamê de 5 sivîl hatin kuştin
Li herêma bêçek dinavbera hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer giran dibe.
Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku hêzên hikûmetê gelek deverên herêmê topbaran kirin.
Di nava 24 seatên dawî de, di topbaran hêzên hikûmetê de 5 sivîl hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.