Cenazeyê şehîd Bagok Kobanê bi girseyî li Goristana Şehîd Dicle a li Kobanê hate oxirkirin.
Şehîd Bagok Kobanê dema ku li ser erka xwe bû şehîd bû.
Bi sedan şêniyên herêma Firatê, sazî, dezgeh û endamên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Bagol Kobanê bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn behsa jiyan û têkoşîna şehîd Bagok kirin û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan dan.
Wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşman hate oxirkirin.