Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Pêşangeha 2’emîn a Wênesazên Pêşerojê bi dawî kir.
25 zarokên beşdar hatin xelatkirin.
Pêşangeh bi dirûşma “Destên biçûk pêşeroja me xêz dikin” li dar xistibû.
Bi dehan nûnerên Rêveberiya Sivîl, partî, tevgerên jinan û malbatên zarokan tevli roja dawîn a pêşangehê bûn.
Endamê Navenda Çand û Hunerê، Amir El-Inad axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Piştre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê El-Eleya axivî û got:
Armanca me ew e ku em behreyên zarokan keşf bikin.
El-Eleya diyar kir ku wan pêşangeh diyarî zarokên Şengalê kiriye.
Piştre zaroka bi navê Lana Ecem peyamek ji zarokên Şengalê re şand û got:
“Em bi we re ne, çi bi serê we hat bi serê me jî hat. Êşa me yek e.
Dawiyê 25 zarokên ku tevli pêşangehê bûne, hatin xelatkirin.