Çalakiya konvedanê li Hesekê dest pê kir

Li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo çalakî û nerazîbûn dewam dikin.
Çalakiya konvedanê a li Hesekê ya li dijî tecrîdê dest pê kir.
Kesên beşdarî çalakiyê bûne banga mezinkirina têkoşînê ya ji bo azadiya Rêber Apo kirin.

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9’ê Îlonê ji bo şermezarkirina tecrîdê rêze çalakî dane destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, îro li Hesekê çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajêr û gundên wê beşdarî çalakiyê bûn.

Li bin konê çalakiyê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD Ahîn Elî axivî û behsa girîngiya çalakiyê kir û got:

“Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî, me gelek destkeftî bi dest xistin.”

Ahîn diyar kir ku armanca tecrîdê, tunekirina şoreşê ye.

Ahîn Elî bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildar kirin erkên xwe bi cih bînin.

Her wiha banga mezinkirina têkoşînê ya ji bo azadiya Rêber Apo kir.

Seroka Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan jî axivî û diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan û misogeriya aştiya li herêmê ye.

Çalakî dê heta sibe êvarê dewam bike.

Meşa li Hesekê hate betalkirin

Li gorî bernameya Inisyatîfê diviyabû sibê meşeke girseyî bihate lidarxistin.

Ji ber ku dê xelkê Hesekê beşdarî merasîma oxirkirina rojnameger Seyîd Evran û fermandarê YPG′ê Aslan Qamişlo bibe, meş hate betalkirin.

Back to top button