Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo axivî.
Kovan Keno Cezayê dîsîplînê yê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo ev tişt anî ziman:
“Ceza beşek ji komployan e ku heta roja me ya îro dewam dikin.
Hêzên navneteweyî jî li hember sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo û gelê Kurd bê deng in.
Serokê AKP’ê Erdogan di tûra dûyemîn a hilbijartina serokkomariyê de li Bakurê Kurdistanê deng bi dest nexistin, ji ber vê yekê bi siyaseteke dijminane dixwaze tolê ji gelê Kurd û Rêber Apo hilîne.”
Kovan Keno da zanîn ku rêya çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê girêdayî diyalogên bi Rêber Apo re ye.
Keno di dawiya axaftina xwe de banga rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo kir.