Kongra Star banga cezakirina kûjerên Denîz Poyraz kir

Kongra Star a herêma Firatê, armanc-girtina avahiya HDP’ê û şehîdxistina endama HDP’ê Denîz Poyraz ji aliyê dewleta Tikr ve şermezar kir.

Li dijî êrîşa duh a li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê, yekser nerazîbûn û bertek derketin.

Meclisa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşa nijadperest a ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê bi daxyuyaniyekê şermezar kir.

Meclisa Jinê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata endama HDP’ê Denîz Poyraz re xwest ku di encama êrîşa nijadpetest de hat kuştin.

Meclisê got ku diyar dibe destê dewleta Tirk di êrîşa pêk hatî de heye.

Meclisa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Civaka Navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bike ji bo binpêkirinên xwe derheqê Kurd û gelê herêmê de rawestîne.

Rêxistina Kongra Star a herêma Firatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kuştina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz şermezar kir û banga hesabxwestina ji AKP’ê kir.

Back to top button