Dayika Denîz Poyraz: Denizek çû wê hezar Deniz bên

Li dijî êrîşa nijadperest ya li ser HDP’ê gelek sazî, rêxitinên siyasî û yên jinan bertek nîşan dan û êrîş şermezar kirin. Desthilata AKP-MHP’ê weke berpirsê vê êrîşê hat dîtin bang li gel û hêzên demokrasîxwaz hat kirin ku dakevin qadan û xwedî li HDP’ê derkevin.
Dayîka Deniz Poyraz Fehîme Poyraz jî got, Denzek çû hezar Deniz wê bên.

Der barê êrîşa nijadperestên faşîsta AKP-MHP’ê ya li ser avahiya HDP’ê ku di encamê de xebatkara HDPê Denîz Poyraz hate kuştin gelek sazî û rêxistinên siyasî û rêxistinên jinan ev êrîş şermezar kir.

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz hate ber avahiya partiyê û xwest keça xwe bibîne, lê polîsan ew nehişt.

Dayika Denîz Poyraz got ku gelê Kurd her tim li ser piyan e, wê her tim li ser piyan jî be. Denizek çû hezar Deniz wê bên.

HDP’î li ber avahiya partiyê li hev civiyan û bi gotina “Hûn kujeran diparêzin” nerazîbûn nîşanî polîsan dan.

Mûrat Çepnî: Êrîşa Îzmîrê ji aliyê wezareta Karên Hundir ve hatiye birêxistinkirin

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî der barê êrîşê de diyar kir ku êriş yekser ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye birêxistinkirin û da zanîn ku desthilatdarî ji bo ji xwe ji nava çala ku ketiye derkeve provokasyonên li dijî partiya wan ji nû ve xistiye dewrê.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî diyar kir ku desthilatdarî bi xwe bûye kujer.

Mahfûz Guleryuz: Ev êrîş bi plana dewlet pêk hatiye

Endamê Meclîsa HDP’ê Mahfûz Guleryuz xuyakirin ku ev êrîş bi plana dewlet pêk hatiye û daxwaz kir ku HDP’î û kesên ku demokrasiye diparêzin li vî welatî bên parastin.

Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP’ê der barê êrîşê diyar kir ku faşîzma AKP û MHP’ê bi sûîkastên siyasî dixwaze ji krîza rejîmê derkeve.

KCDK-E: Vê êrîşê rûyê dewleta Tirk a faşîst nîşan da

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê êrîşa li ser avahiya HDP’ê û kuştina Denîz Poyraz ji aliyê faşîstan ve bi daxuyaniyekê şermezar kir û da zanîn ku ev êrîş rûyê dewleta Tirk a faşîst û dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li Kurdan nîşanÎ Tirkiyê û Ewropa daye.

KCDK-E’ bang li her kesî kir ku çalakiyên girseyî yên mezin li dar bixin.

KON MED’ê bang li gel û hêzên demokrasîyê kir ku xwedî li HDP’ê derkevin

Tevgera Jinên Azad TJA jî bi daxuyaniyekê Êrêrîş şermezar kir û soza hesabxwestinê dan.

Meclîsa Jinan a HDP’ê jî diyar kir ku wê jin hesabê vê qetlîamê bipirsin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) êrîş şermezar kir û bang li hêzên demokrasiyê kir ku bibin yek.
Piştevaniya Jinan a Ewropayê bi daxuyaniyekê anî ziman ku berpirsê vê qetlîamê desthilata Erdogan a faşîst û Wezareta Karê Hundir e û bang li her kesî kir ku tavilê divê her kes xwedî li HDP’ê derkeve.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanya (KON-MED) li ser êrîşa faşîzan a li Izmîrê daxuyaniyek da.

KON MED’ê diyar kir êrîşa di şexsê HDP’ê de li ser hemû hêz û dengê demokrasî yên Tirkiyeyê hatiye kirin.

KON MED’ê bang gel û hêzên demokrasî û dostên xwe kir ku dakevin qadan û xwedî li HDP’ê derkevin.

Gel jî li hemberî van êrîşan helwest nîşan da û daket qadan.
Li Stenbolê , bi sedan kes daket kolanan û êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê şermezar dike.

Back to top button