Zikrî Zebarî: Ev hevdîtin ne fermî ye û bê agahiya me pêk hatiye

Sê roj berê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîsa çû Tirkiyê û bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtinên veşartî kirin. Parlamenterê YNK’ê Zîkrî Zebarî bertek nîşanî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdogan û got, “Ev hevdîtinek bêxebera wan hatiye kirin û hevdîtinek nefermî ye.”

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 12’ê Adarê de li bajarê Antalya yê Tirkiyê bi serokê rejima faşîst a Tirk Erdogan û rayedarên din yê Tirk re hevdîtinên veşartî pêk anîn.

Naveroka van hevdîtinan ji raya giştî re nehat eşkerekirin.

Hat îdiakirin ku di hevdîtinê de li ser êrişên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Gerîla lihevkirin pêk hatiye.

Parlamenterê Yekîtiya Niştamanî Kurdistan (YNK) Zîkrî Zebarî, hevdîtina Barzanî û Erdogan nirxand.

Zebarî hevdîtinê wek “xurtkirina hevkariyê” pênase kir û û got:

“Bi vê hevdîtinê Tirkiye dixwaze bandora xwe li ser Başûr û her wiha li ser Mûsil û Kerkûkê ava bike. Ev hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan ne li ser navê gelê başûr hatiye kirin û hevdîtinek nefermî ye.

Heke li ser navê başûr bihata kirin, wê her du cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê li wir bûna. Cîgirek ji Tevgera Goran e, cîgirek jî ji YNK’ê ye.”

Zêbarî destnîşankir ku dewleta Tirk di warê siyasî de Başûrê Kurdistanê nas nake û wiha dewam kir:

“Ji ber vê yekê di civînê de ala Kurdistanê li pişt serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatibû bicihkirin.

Dema ku başûrê Kurdistanê nas bike, ji bo berjewendiyên xwe nas dike.

Kengê dixwaze başûrê Kurdistanê li dijî kurdên beşên din bikar bîne, nas dike.”

Zêbarî destnîşan kir ku bi salan e Tirkiye hewl dide li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derxe, û kurdan bixe nava “şerê xwekujiyê” û wiha got:

“Tirkiye bi salan e axa başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Bi hezaran mirov neçar man koç bikin û bi sedan welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin.

Lewma xelkê Başûr ji vê hevdîtinê nerazî ye. Nayê qebûlkirin ku rêveberekî kurd ji bo berjewendiyên partiyek an jî Tirkiyê bi Erdogan û MÎT’a Tirk re danûstandinan bike.”

Back to top button