Biden: Em ê rê nedin Îran bibe xwedî çeka nukleerî

Her ku Amerîka û Îran li ser peymana nukleerî nêzî hev dibin, ji Îsraîlê dengê nerazîbûnê bilintir dibe.
Serokê Amerîka Biden bo Serokwezîrê Îsraîlê Lapid careke din teqezî li ser wê kir ku wê rê nedin Îran bibe xwedî cekên nukleerî.
Berpirsên Ewropî yên ji dosya nukleerî berpirs jî dibêjin, lihevkirin ji her demê nêztire.

Îran ji dixwaze di zutirîn demê de, êdî peymana nukleerî bi encam bibe.

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîl Yair Lapid îro pêwendiyeke telefonî pêk anîne û Îran jî di nav de, li ser mijarên ewlekariya cîhanî gotûbêj kirine.

Koşka Spî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:

“Biden careke din dubare kir ku Amerîka tu carî rê nade Îran bibe xwedî çekên nukleerî.”

Biden teqezî li ser giringiya encamdana danûstandinên sînorên deryayî yên navbera Îsraîl û Libnanê yên di hefteyên derbasbûyî de pêk hat.

Di nûçeyên dawî yên di çapemeniya Îsraîlê de hat gotin, Serokwezîr Lapid hewl daye ji bo pêşnûmeya peymana navneteweyî ya bernameya nukleerî ya Îranê bi Joe Biden re bicive lê ev hevdîtin pêk nehat.

Amerîkayê herî dawî di nava 24 saetan de du êrîşên esmanî yên cuda li dijî Sûriyê pêk anîn.

Ev yek jî bi îdaya ku komên girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê li Sûriyê hatine armanckirin pêk hat.

Di vê navberê de, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan jî li Moskow bi hempêşeyê xwe Sergey Lavrov re civiya.

Di civîna doh pêk hat de, aliyan têkliyên navbera Tahran û Moskowê gotubêj kirin.

Di demekî ku peymana nukleerî ya Îranê ber bi dawiyê ve diçe, Berpirsê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê YE Joseph Borrell li ser mijarê daxuyanek da.

Borrell got;

Ew ji her demê zêdetir nêzî lihevkirinê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bernameya peymana nukleerî ya Îranê, 2015’an tevî 5 endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY (Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngilistan û Fransa) û bi Almanya re, hatibû îmzekirin.

Lê ev peyman bi vekişîna yekalî ya Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di Gulana 2018’an de bi dawî bûbû.

Piştî vê Waşîngtonê cezayên li ser Tahranê ferzkir û aloziya navbera aliyan careke din zêde bû.

Back to top button