Buroya Hiqûqê ya Belçîkayê bang li NY kir ku lêkolînê li ser êrîşên kîmyewî bike

Hiqûqnasên Belçîkayî bang li NY’ê kirin ku li ser êrîşên kîmyewî lêkolînan bikin 

Buroya Hiqûqê ya Belçîkayê li ser raporê derbarê çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikaraniye, nameyek ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re şand.

Name 7’ê mijarê bi rêya faxê bi îmzeye parêzeran Johan Vande Lanotte û Johan Heymans ve ji sekreteriya giştî ya NY re hate şandin.

Di namê de tê diyar kirin ku şandina komîsyona lêkolînê ji bo ronîkirina îdayên gelê kurd yên wê heremê ku heta niha nebûne mijareke lêkolîna serbixwe gelek girîng û lezgîn e.

Di raporê de balkişandin li ser rapora Bijîjkên Pêşî Girtina Li Ber Şerê Nukleer a Navneteweyî-IPPNW Jî pêbaweriya vê saziyê.

Di namê de hate gotin ku Wezîrê Berevaniyên yê Tirkiyê di meclisa xwe de li xwe mikûrhat ku gaza çavsotîner li Iraqê dijî gerîlayên PKK’ê bikartînin.

Buroya Hiqûqê ya Belçîkayê di namê de daxuyakirin dîmenên ku hatine parvekirin eşkere dike ku çekên kîmyewî tê bikaranîn, ev mijareke lezgîn e divê bê lêkolînkirin.

Back to top button