Li Dêrazorê hêzên hikumeta Şamê û malbatekê şer kirin

Li Dêrazorê di navbera malbatekê û hêzên hikumeta Şamê de şer derket.
Di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên malbata Erwat de li gundê Cinêne yê Dêrazorê şer derket.

Hat diyar kiirn di şer de çekên giran jî hatin bikaranîn..

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku heta niha di encama şer de 10 çekdar ji malbata Erwat birîndar bûne û rewşa hinekan jî giran e.

Çavdêriyê da zanîn ku sedema şer, aloziya ji ber qaçaxçîtiyê ye.

Back to top button