Sibê cenazeyên 25 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê li 4 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Dêrik, Qamişlo, Hesekê û Kobanê tên oxirkirin.
Sibê ji bo 25 şehîdan li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê saet 10’an, li bajarê Kobanê jî saet 11’an merasîmên oxirkirinê tên lidarxistin.
Ji bo 10 şehîdên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçerê merasîma navendî li Gorisana Şehîd Xebat Dêrik tê lidarxistin.
Merasîma 7 şehîdên ji bajarê Qamişlo, navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê jî; li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo tê li darxistin.
Li kantona Hesekê jî merasîma navendî ya 6 şehîdên ji navçeyên El Erîşe, Hol, Til Birak û bajarê Hesekê, tê lidarxistin.
Cenazeyên 2 şehîdan jî li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê bi merasîmekê tên oxirkirin.
Dê piştre li bajarê Helebê jî merasîmên oxirkirina şehîdan were lidarxistin.