Dewleta Tirk ji Serêkaniya dagirkirî 25 DAIŞ’î revandin Tirkiyê.
Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, 25 çeteyên DAIŞ’ê ji zindanekê hatin revandin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan derbarê vê yekê ragihand, ev çete di zîndaneka çeteyên Turkimen ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de bûn.
Çavdêriyê diyar kir, DAIŞ’iyên revyayî 10 ji wan Iraqî, yek Siûdî, yek Kiwêtî û 13’yên din jî Sûrî ne.
Li gorî agahiyan, reva çeteyên DAIŞ’ê bo Tirkiyê bi alîkariya çeteyên Polîsa Leşkerî ya girêdayî dagirkeriya Tirk pêk hat.
Navenda belgekirina binpêkirinan teqez kir, zîndanên li herêmên dagirkirî di bin kontrola Mîta Tirk de ne û ev ne cara yekemîn e çeteyên DAIŞ’ê ji van zîndanan tên revandin.
Mîta Tirk van çeteyan li nava Tirkiyê perwerde dike û piştre wan dişîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da operasyonên terorîstî pêk bînin.
Ev yek di demekê de tê ku dagirkeriya Tirk, piştî seketina Erdogan di hilbijartinan de, êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.
Her wiha hemwextî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê ye.
Dewleta Tirk 40 malbatên DAIŞî yên Iraqî derbasî Tirkiyê kirin
Di heman çerçoveyê de dewleta Tirk 40 malbatên DAIŞ’ê yên Iraqî ji Serêkaniyê derbasî Tirkiyê kirin.
Ev malbat ji jin û zarokan pêk dihatin û dewleta Tirk yekser pasportên lezgîn ji wan re derxistin.
Ji bo astengkirina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkeriya Tirk bi salan e destekê dide çeteyên DAIŞ’ê.
Gelek çeteyên ku di operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’e de hatine girtin, li xwe mikur tên ku ew li Tirkiyê dihatin perwerdekirin û dema derbasî Sûriyê bûn, Mîta Tirk bi çek, pere û amûrên leşkerî desteka wan dikir.
https://youtu.be/S2Ti1l540X0



