62 Balafirên şer û 7 keştiyên Çînê li derdora girava Taywanê xuya kirin

Taywan, daxwaza Çînê ya bêtirî 70 salî ye.
Rêveberiya Pekîn, ji bo Taywanê li ser xaka welat zêde bike, bi awayekî eşkere gefan dixwe.
Ev yek piştî serdanên berpirsên Amerîka ji grava Taywanê re hîn zêdetir bû.
Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku doh di nava rojê de, 62 balafirên şer û 7 keştiyên şer yên çînê li derdora giravê hatine dîtin.
Her wiha balafireke bêmirov jî hatiye xistin.
Lê ev balafir ya kê ye hîna ne hatiye piştrastkirin.

Çîn, Taywanê û Taywan jî serxwebûnê dixwaze.

Ev bêtirî 70 saliye li herêmê rewş wiha ye.

Ne Taywan xwe ji Çînê dibîne, û ne jî Rêveberiya Pekînê wê serbixwe qebûl dike.

Di nava demên dawiyê de, Çîn ya ku sebra xwe ber bi qedandinê ye, tevgera xwe ya leşkerî li derdora giravê zêde kiriye.

Wezareta Parastinê ya Taywanê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê diyarkirin ku li derdora giravê 62 balafirên şer û 7 keştiyên Çînê hatin dîtin.

Her wiha 15 ji balafiran jî li başûrê rojavayê “Herêma Nasnameyên Parastina Hewayî” ya Taywanê (ADIZ) difiriyan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wesayîtên hewayî û behrê yên Çînê bi amûrên şopandina elektronîk, balafirên dewriyê, keştî û pergalên mûşekên bejayî hatin şopandin.

Tê dîtin ku Çînê piştî serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi di destpêka meha Tebaxê de, çalakiyên dewriyeya leşkerî li derdora Taywanê zêde kiriye.

Di tevgerên doh de, berevajî rojên borî, bal hat kişandin ku xetên hewayî û deryayî yên ber bi rojhilat ve nehatine derbaskirin.

Li aliyekê din, li giravên Kînmen ên li peravên bajarên Xiamen û Guangzhou yên Çînê balafireke bêmirov a ku nasnameya wî nehat zanîn hat xistin.

Li gorî nûçeya Reutersê ne berpirsan anine ziman ku ne diyare bê dron ya kê ye.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku ew rewşa herêmê ji nêz ve dişopînin.

Piştî 25 salan Pelosi bû yekem Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkî ku serdana girava ku bi Çînê re di nav nakokiya serweriyê de ye, kir.

Serdan bû cihê hêrsa Çînê ku Taywanê weke parçeyeke ji xaka welat dibîne.

Piştî serdanê artêşa Çînê li derdora giravê dest bi tetbîqata leşkerî kir.

Di tetbîqatên ku 7 rojan dewam kir de derdora giravê bi awayekî nerawa dorpêç kir.

Di dema tetbîqatan de çek û cebilxaneyên rastîn bikar anî .

Berdevkê artêşê da zanîn ku tetbîqat di 10’ê Tebaxê de bi dawî bûne, lê diyar kir ku li Tengava Taywanê çalakiya dewriyeya leşkerî wê bidome.

Piştî Serokê Meclisa Nûneran Pelosi, şandeyeke din a senatoya Amerîka serdana giravê kirin.

Back to top button