Koçberên Serêkaniyê ku di kampê de dimînin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Bi sedan koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Serêkaniyê dimînin, endamên saziyên sivîl li dijî êrişan derketin xwepêşandanê.
Di xwepêşandanê de, endama Kongra Star a Kampa Serêkaniyê Gulistan Haco hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.
Gulistan Haco têkîldarî mijarê wiha got:
“Em sersaxî didin gelê xwe û xwe.
Bi şehîdbûna her hevalek, îsrara me zêdetir dibe da ku em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.
Em dev ji axa xwe bernadin. Em dê wefadarê şehîdên xwe bin.”