Faysal Sariyildiz: Hêvî heye ku Erdogan têk biçe

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz ku Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat e û bang li zêdeyî 3 mîlyon hilbijêrên li Ewropayê kir ku bi berpirsyarî rabin.

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî welate wiha got:

“Polîtîkayên şer ên 7 salên dawî ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve tên meşandin bandor li civakên li welêt kiriye û bi giştî hêviyê heye ku Erdogan di van hilbijartinan de têk biçe. ”

Li Ewropayê feraseteke azadîxwaz heye, lewma li ser vê bingehê nêzî geşedanên li Tirkiyeyê dibin. Bi taybetî helwesta Almanyayê siyaseta tevahiya Ewropayê diyar dike..”

Hêjayê gotinê ye ku Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li gelek welatên Ewropayê xebatên xwe yên weke pirskirina hilbijêran, qeydên nû û qanihkirina hilbijêran didomîne.

Dengdana li Ewropayê ku 3 milyon û 286 hezar û 258 hilbijêr lê hene û 4 hezar û 969 sindoq lê bên danîn, wê di 27’ê nîsanê de dest pê bike û di 9’ê gulanê de bi dawî bibe.

Back to top button