Li Israîlê êrîşek pêk hat, kesek mir û 5 birîndar bûn

Rageşiya di navbera Israîl û Filistînê de, di çend rojên derbasbûyî de gur bû.
Herî dawî duh li Til-evîvê bi erebeyekê êrîşek pêk hatibû tê de geştiyarekî Îtalyayî miribû.
Berya wê hêzên Filistînî ji Libnan û Xezayê, Israîl topbaran kiribû.
Gurbûna rewşê piştî girtina hêzên ewlekariya Israîlê bi ser mizgefta El-Eqsa de, derket.

Duh Înê li Israîlê, di encama êrîşekê de kesek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li Tilevîvê êrîşkar bi erebeyekê pêl çend kesan kir û gule li wan barandin.

Di encamê de geştiyarekî Îtalyayî jiyana xwe ji dest da.

Polîsa Israîlê diyar kir ku endamekî wan, bi guleyan kesê êrîşkar kuşt.

Ev êrîş piştî rojekê ji êrîşeke din a li Xezayê, ku tê de du xuşk hatibûn kuştin û dayika wan jî birîndar bûbû, pêk hat.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku herdu xuşk, tevî nasnameyên xwe yên Israîlî, nasnameyên xwe yên Brîtanyayî jî hene.

Berya 2 rojan jî, ji Libnan û Xezayê, bakur û başûrê Israîlê bi moşekan hat topbarankirin.

Israîlê jî, li dijî topbaranê bi çend êrîşên asmanî bersiv da.

Israîlê daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kir Libnan û Tevgera Hemas şermezar bike

Ji ber êrîşên bi moşekan, Israîlê daxwaz ji Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî kir ku Libnan û Tevgera Hemas a Filistînî şermezar bike.

Wezareta Derve ya Israîlê ragihand ku wan daxwaza şermezarkirinê ji Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres xwestiye.

YE: Em bang li hemû aliyan dikin asta şer kêm bikin

Ji aliyê xwe ve YE êrîşên bi moşekan ên ji Libnanê yên li dijî Israîlê şermezar kirin.

Berbirsê siyaseta derve ya YE Jose Borell diyar kir ku ji mafê Israîlê yê xwe biparêze û got:

“Em bang li hemû aliyan dikin asta şer kêm bikin.”

Êrîşên li Israîlê piştî çend rojan ji pevçûnên li mizgefta El Eqsa, ku hêzên ewlekariya Israîlê di dema nimêjê de derbasî mizgeftê bûbûn, derketin.

Piştî wê hêzên çekdar ên Filistînê soza tolhildana ji Israîlê dabû.

Back to top button