Li Şemzînanê teqînek rû da, 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn

Li navçeya Şemzînanê teqînek rû da û di encamê de 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûne.

Li nêzî gundê Bedewî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê vê sibehê kêliya wesayîta çawişên pispor û cerdevan derbas dibû teqînek dijwar rû da.

Di teqînê de, 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn.

Piştî teqînê ambûlansê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.

Hat zanîn ku li devera teqîn lê çêbûye operasyonek berfireh a dagirkeriya dewleta tirk hatiye destpêkirin.

Back to top button